Mizgîn Tahîr - Ay Dilo
wêneyê hunermendî:ê 153 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mizgîn Tahîr - Ay Dilo

Ay dilo, dilo bê hêviyo
Çi tayeke sar e
Janeke bê zar e
Ay dilo kela te radibe
Ji xema hêviyên te sar dibin
Da dor min mirina zû
Xewna min da pê ba
Lo jaro sozê bê rû
Hilnanî raza me
Li hêviya te mame
Dostê meya şevan
Şûna vala, ma oxira zorê
Riya gorê, kîn li hawirdorê
Wenda bû hêvî
ha
Jaro, dilo jaro...

Ay dilo bîranîn mirine
Bûne wek perîkan
Bi ser ba ketine
Roniya sibehê bûm
Min şewq dida
Rûpelên daran
Baskê periyan geş dibûn
Rû li ken bûn demên me
Lo dilo doza me bû çêja sekrata me
Razîbûna qels im
Dostê meya şevan
Şûna vala, ma oxira zorê
Riya gorê,kîn li hawirdorê
Wenda bû hêvî
ha
Jaro , dilo jaro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?