Murad Demir - Dîlber
wêneyê hunermendî:ê 183 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Murad Demir - Dîlber

Dîlber tu'b xudekî birînêd bi min bikewîne
Dîlber tu'b xudekî birînêd bi min bikewîne
Dermanên di çavê reş belek zû jbo min bîne
Dermanên di çavê reş belek zû jbo min bîne
Emrê min ku bîst sal bû te kupal daye dest min
Jîna min ku bîst sal bû te kupal daye dest min
Xortek pir ciwan bûm te kirim pîrê nivîna
Lawek pir ciwan bûm te kirim pîrê nivîna

Lawek pir ciwan bûm te kirim renk pîr û kala
Xortek pir ciwan bûm te kirim renk pîr û kala
Dûr ketime ji evîna sorgul û dost û hevala
Dûr ketime ji evîna sorgul û dost û hevala
Ew çav min nema ez bigerim nav gund û mala
Ew hez min nema ez bigerim nav gund û mala
Tu'b xeml û ciwanya xwe'kî dermanê mi bîne
Tu'b xeml û ciwanya xwe'kî dermanê mi bîne

Dermanê me camek şerbet e ji wa herdu lêva
Dermanê me camek şerbete ji wa herdu lêva
Ev jana me sînga sipî ye gel herdu sêva
Ev jana me sînga sipî ye gel herdu sêva
Bawer'ke 'l cîhanê min çi kes nîn e ji te pê va
Bawer'ke' l cîhanê min çi kes nîn e ji te pê va
Şerm e ji te ra ku dil bi vê êşê bimîne
Şerm e ji te ra ku dil bi vê êşê bimîne

*Erdem Altınses & Murad Demir
Serastkirina gotinên stranê: Xendekî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î