Nadirê Eslan - Derwêşê Evdî
wêneyê hunermendî:ê 46 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Eslan - Derwêşê Evdî

Mê delalo lo lo delal delal delal delal delal delal delal,
Divê delalo qurban vê sibê bire malê me şêxanî pîra danîne,
Girê Gewgewê, Çemê Mêrdînê, Deşta Hamo, weyla, mi gulîbirê li dorê bîra,
Xêra mala Xwedê ra dinyalika gewra wezê ne Kîkî bûma, ne Milî bûma,
Ne qîza Zor Temir Paşangê Milî bûma,
Minê destê xwe li pêsîra xwe xista,
Wezê biçûma navay meaymê, şêxanê pîra van feqîra,
Minê bigota elhemdila şikir wezê êzîdî me, domama Dewrêşê Evdî me,
De way delalê wey nemînim, way delalê wey nemînim, wey nemînim, wey nemînim.
Bira paşî delalî wêlê Derwêşê Evdî hûtê binê beriya,
Zenda morî mircan li ber serê kurê xelqê danegerînim,
Na wele rûbarê dinyalika gewr da qondereka kaxizî lo neqetînim.
Divê delal delal delal delal delal delal delal,
Divê delalo qurban, mi dî êla me bû hewar û bangîn e,
Derwêşo qurban, mi dî êla me bû hewar û bangîn e,
Derwêşê Evdî hutê binê beriya,
Mînanî teyrekî îspîrî bifire dayne ser otraxa jê bi zîne,
De xêra mala Xwedê dinyalika gewr cara îcarîn,
Bira biketa goyê min rezîle, dîsa şingîna zendiya bi zêrîn e,
Way delal, way delal, way delal delal.
Bira dê û bavê mi Kîka û Mila xêrê wayê qe nevînin,
Tê çevê domama Derwêşê Evdî dozde lûle hestirê lo jê bi zelal,
Divê delal delal delal delal delal delal delal,
Delalo qurban ez ê çûme walî malê male tijî,
Ez ê hatime dîwanê dîwane tijî,
Misînê ferfûrî li ser dara dar eynûtê dikelijî,
Qaweçiyê qawe bela dikir,
Minê gotibû qaweçiyo tu xwe kî bi Xwedê kî,
Tê ser giregir eyanê bavê mi ra fîncana qawê bidî destê delalê dilî mi jî,
Divê qaweçiyê nemerdî nekiribû fîncana qawê dabû destê delalê dilê mi jî,
Nizanim ji şerma bû nizanim ji germa bû,
Çilka qawê li ser eba Besrayê da dirêjî,
Divê wezê minê ebayê delal hildabû ezê çûme Şam, Heleb, Diyarbekirê,
Ezê geriyabûm dikane dikanê van etara,
Minê kirîbû heft qalib sabûna Reqê,
Divê minê eba delalî malê Derwêşê Evdî biribû ser Çemê Bînayê,
Divê Çemê Bînayê li min çikiyabû,
Heft qalib sabûna mine Reqî tev heliyabû,
Tilî pêçiyê mi nema ûdîbûn, li ser eba delalî wê lê di maşabûn,
Çilka qawê ne dilê mi bû li ser eba delalî wê lê helalo di xuya bû.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?