Nadirê Eslan - Herê Lê
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Eslan - Herê Lê

Ê lê wayê, lê wayê, wayê, wayê, wayê,
Lo nemiro, nemiro, Xwedê da û Xwedê biro,
Diayê evda dayo, nifirê evda biro,
Ax nemirê axê bûka siyara,
Siyarê porsor heta sibê,
Sê cara destê tevga mertalê ra dibira,
Ax şûrê şîn dikişiyan, dozde hezar nefse Qerebaxima bavê Eyo ra dikira,
Ax Delan lê daye Delan e, bavo Delan e xweş Delan e,
Li pêşiya me şere, li pêş me ferman e, eskerê nefîamê giran e,
De êvara Xwedê da wergeriya ser milê me her sê bira ne,
Lê lê dayê Delan e,
Qerebaxima Bavê Eyo dinêrim di cebrê da,
Ez ê kavila kavil dinêrim di cebrê da,
De bira Xwedê xira bike mala yuzbaşî, bînbaşî romê,
Êvara Xwedê da topa xwe li ser topê lêdan,
Ax de pişta Îskanî Zora, Silêmanê birakê Miçokê Mala Şêxa,
Kolosê wanqasî şikênandiye di qesrê da,
Lê lê wayê, lê wayê, wayê, wayê, wayê.
Ê lê dayê dêranê, divê were wem ê bêjin felek sed car li min felek,
Divê dengê top û cebilxana li ser Qerebaxima Bavê Eyo da cebilxane xelek,
A Xêlxayê kire gazî, go Hubrayê xwîşkê por û guliyê min û te yê kurkirî bin,
Cinyazê Îskanê Zora, Silêmanê birakê Miçokê Mala Şêxa,
Kolosê wanqasî dane ser darê darima,
Ax birine Kekana şewitî malê xalê birca belek,
Lê lê wayê, lê wayê, wayê, wayê, wayê, wayê, wayê.
Lê lê dayê dêranê, ez ê Qerebaxima Bavê Eyo dinêrim, li vî yanî,
Divê wezê wêranê dinêrim li vî yanî,
De divê êvara Xwedê da nefîama şewitî,
Li ser qesra spî de girtiye,
Lo gidîno koka mêrxasa li me anîn,
Ax Delan e, dayê Delan e, bavo Delan e, xweş Delan e,
Li pêşiya me şer e li pey me ferman e,
Eskerê nefîamê giran e,
Êvara ser êvar da, ser Qerebaxima Bavê Eyo da wergeriya ser milê me pênc bira ne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?