Nadirê Eslan - Lo Lo
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nadirê Eslan - Lo Lo

Delalo lo lo lo peya, lo qurban, mi go rê da ha bi rê da,
Mêvano qurban, mi go rê da ha bi rê da, lo lo lo,
De divê lingê teyê li mestê da,
Mesta teyê li gîzmê da,
Gîzma teyê li zengê da,
Zenga teyê li guzmixê rexê hêşînbozê da,
Şînbozê bihustekê bin te da di xêliyê da,
Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo.
Bê delal lo lo, peya lo qurban,
Divê malê me danîne zozanê here jorîn, darê durî,
Şêniyê me danîne zozanê bilind, darê durî,
De divê bîra te tê, tê şînbozê siyar bûyî,
Mêvanê mala bavê mi bûyî,
Li hêşa konê reş î erebî,
Bîst û çar qusêsiya pezê nêr dibirî, lo lo lo,
De divê bi huba dila, kenê ber lêva va, li ber çît û perdê kona ra,
Kurmalo min û te kêr û gustîlê xwe pev guhêrîn,
Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo.
Bê delal lo lo, peya lo qurban,
Divê mala me danîne zozanê here jorîn, dev gêdûkê,
Şêniyê me danîne li zozanê bilind, dev gêdûkê,
De wê li me barîbû tavîke berfê, yeke pûkê,
De divê bîra te tê wez û tuyê bi hizkirin,
Tevî qîz û bûkê me derketine bindarûkê,
Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo.
Bê de lo, lo lo peya lo qurban,
Malê me danîne zozanê bilind, ha ha li vî çiyayî,
Şêniyê me danîne zozanê bilind, ha ha li vî çiyayî,
De divê hergî dengê mi te tesele nabe mertalê biguhêze aliyê surê,
De divê rê li pêşiya te bûne du rê, rênga rastê diçe Mûsilê,
Rênga çepê rast diçe ber derê konê mala bavê mi porkurê,
Mêvano lo lo, ax kurxalo lo lo lo lo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?