Şevavê Egît - Narînê
wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şevavê Egît - Narînê

Ey Narîn wezê nizanim vê sibê halê xwe û te çawa kim,
Gundî malîno, minê sondekê sond xwariye,
Ez ê kirasê şerî li xwe nakim,
A de heta qirê qiyametê roja mirinê,
Ezê Narîna xwe bîr nakim Narîn.
Ey Narîn, wezê serê çiyangê Elegezê berjêr dinêrim,
Gundê kurdan e,
Gundî malîno, biniya mi da xulexula avê, çevkanî, kaniyan e,
Hûn ê gazinê lo malî mi nekin, huba dilan e,
Minê bi xewna şeva da dîtiye Narîna minê nav da ne, Narîn.
Ay Narîn ez ê dipirsim, dilê xwe meke,
De tu rabe vê sibê qatê jorîn aguşka pencera li ser xwe veke,
Oy de wezê welatê Sovyetê oy zêde diqîrînim,
Dengê li min gireberpalê derwayî tişteke, Narîn e, Narîn, Narîn.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?