Nasir Rezazî - Dêm û Dêm
wêneyê hunermendî:ê 110 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nasir Rezazî - Dêm û Dêm

Ta bimênê nurî çaw û hêzî pêm
Dêm û dêm û dêm û dêm û dêm û dêm

Ey refîqan ey 'ezîzanî willat
Ey biray hawsengerî cergey xebat
Jiyanî nasorî ciyaym çêştiwe
Herçî xoşm wîsutiwe cêm hêştiwe

(Nakarat)

Kurdewarî ey willate ciwanekem
Rollekem xêzanekem bawanekem
Ey ewaney qet lebîrm naçnewe
Êsta bimbînin erê emnasnewe

(Nakarat)

Herdepêwm kê, şax û çoll û deşt
Dêm berew kiwêstan berew bax û beheşt
Dêm berew ew daru berdu bendene
Dêm berew ew bax û mêrg û çîmene

(Nakarat)

Dêm berew hobe û hewarî besafa
Dêm berew ladê berew kangay wefa
Dêm û helldemjim şiney kiwêstanî kurd
Dêm û deçme şew rinî bêstanî kurd

(Nakarat)

Şîwenî min şînî kurdî bêbeşe
Ew geley haşa deken bê û heşe
Dêm heta bêm be birrisk û bîru hoş
Ger gilaşm kurdewarî û êwe xoş

(Nakarat)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?