Navîd Zardî - Dengî Baran
wêneyê hunermendî:ê 83 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Navîd Zardî - Dengî Baran

Dillim bo kê çawerrê bêtewe
Kes niye destit bigrêtewe
Êsta lêre tewawe ’umrî to
Arezuy bo dekirdî bimirî to

Le pişt pencerem, dê dengî baran
Zîndû botewe bom pêkenînî caran
Eminêk ke tewawî wicudim bo to dana
Gutim qedrî ew dillem bizane
Nustinî şew, bo to hestanî beyane
Toş ke hatûçoy nefest be pê danam
Adî to hatûçoy nefest be pê danam
Be hatinî nefes hatî û be royştin royştî
Eminîş gileyîm nekird gutim her xoş bî
Çakem kird û ciwabî çakey xom dît
Ege nêwmit lebîre, nefesêk dê û derrwa
Ser danaxem bo kes,ke bê û nerrwa
Bikşêwe,meye bo nêw tarîke selat
Şeytanîş tarîkî mey dît û hellat

Dîsan hatewe dengî baran
Zîndû bûnî pêkenînî caran
Le pêş çawme hêsta rûxsarî to
Betenyat hêştim, nemzanî bo
Dillim bo kê çawerrê bêtewe
Kes niye destit bigrêtewe
Êsta lêre tewawe ’umrî to
Arezuy bo dekirdî bimirî to

Qedem helldênim,teng û tarîk û sard
Le dûrewe bo to willamim nard de birro
Be baweşî xoşî birro
Bo gutit xoşim dewêy, boçî dro?
Bê toş bê dunya bo me debêtewe
Nahêllim le to çî dîke bimênêtewe
Ege bimênêtewe wek xewnêkî naxoş
Emin zerbem dî ew kate ca etoş deybînêwe
Be zûyî raweste gullim
Pêmwanê her wa lêt xoş nabêtewe
Bote adet le penam nebî to
Kes pêt nellê bo kwê deçî to
Xoş be gullim newîd zerdît lê dûre
Ege hêstaş lebîrmî lêm bibure
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?