Navîd Zardî - Sazî Nasaz
wêneyê hunermendî:ê 124 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Navîd Zardî - Sazî Nasaz

Bulbulî bal şikawî wextî gullim
Her şepolan deda dillî le kullim
Kurdî bendî beyanî newrozim
Girrî girtuwe derûnî pirr sozim
Muxî bê agirî şewî yeldam
Çawerrêy çarenûsî napeydam
Kewî bê dengî new beharim
Gullî bê rengî çaw le baranim
Kuncî cê jiwanî çol û xamoşim
Sêberî nazenînî reşpoşim
Destî berbûy kiçî gerrî şayîm
Hestî xinkawî lawî sewdayîm

Defterî şî’rî şa’îrî rûtim
Şemî ser gorr û darî tabûtim
Çon detwanim be to billêm min çîm?
Xom gumanim heye ke hem ya nîm

Kêlî gorrî şehîdî gumnawim
Take darî kirrûzî bê awim
Kunî gîrawî kone şimşallim
Xewnî aloz û xatîrey tallim
Jîlemoy agirî beyananim
Bawkî firmêsk û kurrî janim
Ballî sûtawekanî perwanem
Şûşe badey betallî meyxanem
Çille rêhanî dûre dêrawim
Sazî nasazî hellpesêrawim
Tike awingî ser gellay zerdim
Xeste û derdedarî çî derdim

Defterî şî’rî şa’îrî rûtim
Şemî ser gorr û darî tabûtim
Çon detwanim be to billêm min çîm?
Xom gumanim heye ke hem ya nîm

Hêmin mukriyanî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?