Necmedîn Xulamî - Nemirdim Min Eger Emcare Bê To
wêneyê hunermendî:ê 118 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Necmedîn Xulamî - Nemirdim Min Eger Emcare Bê To

Nemirdim min eger emcare bê to
Neçim, şert bê, heta em xware bê to
Derûnim xallîye, wek 'ney' denallê
Hewarêkî çi pirr haware bê to

Qesem bew şerbetî dîdarî paket
Şerabim 'înî jehrî mare bê to
Le kin to xar û xes gullzare bê min
Le kin min xermanî gull xare bê to

Bînayîm kwêre, hellnayê be rûy kes
Mujem yek yek dellêy bizmare bê to
Le kin min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî tê da nîye em şare bê to

Hemû rojê le taw hîcranî emsall
Temenay mirdinî pêrare bê to
Heta tom aşna bûy, aşnam bûn
Emêsta mû be mû exyare bê to

Helbest: Nalî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?