Nîzamettîn Ariç - Dil Ji Min Bir Ahî Dil
wêneyê hunermendî:ê 194 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Dil Ji Min Bir Ahî Dil

Kaniya ava heyatê
Şeker û qend û nebatê
Wey li ser cave me hate
Dil ji min bir ahî dil

Rû ji rojê rengê dojê
Dûrîya wê dil di sojê
Min ku dîtî ew bi rojê
Dil ji min bir ahî dil

Pir şirînê nazenînê
Kuştime wê ez bi dînê
Dêm ji şana hingivînê
Dil ji min bir ahî dil

şox û şengê gul ji rengê
Xûrxwerê Teymûrî lengê
Dame ber top û tivengê
Dil ji min bir ahî dil

Kanîya zêr û dirava
Wê bi tîrên herdû çava
Wey Xwedo mala te ava
Dil ji min bir ahî dil

Newq ziravê rû ji tavê
Lê gulî wek bend û davê
Dil ji nişka ketye navê
Dil ji min bir ahî dil

Ez ji wê dîdar û dînê
Ketme nêv pêlên evînê
Ma çi daxwaze ji jînê
Dil ji min bir ahî dil

Ser bi zêrê bisk bi têlê
Xanima bajar û êlê
Dame ber tîrêj û pêlê
Dil ji min bir ahî dil

Serxweşim ez mest û gêjim
Xwîn ji çavan ez dirêjim
Lê nizanim ez çi bêjim
Dil ji min bir ahî dil

Helbest: Cegerxwîn
Nîşe: Ji helbestê hin cîh hatine qirpandin û cihên hin ristikan hatine guhertin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?