Nîzamettîn Ariç - Dil Ji Min Bir
wêneyê hunermendî:ê 271 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Dil Ji Min Bir

Heland bi xweş xeberên xwe,
Bêhna misk û emberên xwe,

Ceneta sîng û berên xwe,
Dil ji min bir, dil ji min.

Çavê belek wê kil dida,
Beşera rû xweş gul dida,
Zerqê hubê li dil dida,
Dil ji min bir, dil ji min.

Hey wax, ji bîr naçin diha
Naz û nûbara xas, biha,
Zulfê zêrîn li dor guhan,
Bêhn û beşer, bedew, biha,
Teyr-tawiza per bi zêrê
Dil ji min bir, dil ji min.

Hilnegeryan em tu waran,
Gul neçinîn li tu beyaran,
Dosta min li nava neyaran
Ez zû xistim riya dagêrê,
Dil ji min bir, dil ji min.

Xeşibî me, hîlar ketî
Ji hesreta wî sifetî,
Bêbiata qelp derketî
Dil ji min bir, dil ji min.

Kilama min hubê - xalis,
Ew defîneya min a dengiz,
Wekî kûtekî nanê garis
Girt û avêt nava savêrê, -
Dil ji min bir, dil ji min

Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Nîzamettîn Ariç
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?