Nîzamettîn Ariç - Ehmedo Ronî
wêneyê hunermendî:ê 200 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Ehmedo Ronî

ehmedo ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î
kuro gede tu ne mîr e, ne hekîm e
li bala dilê min evdala xwedê de
tavî kî ji tavî ya biharê
meha gulan û nîsan û adar e
li ser sing û berê min evdala xwedê de
ne dixûricî ne dibarî
ehmedo lo lo ...

ehmedo ronî heyran navê min besna ye
kuro keder navê min besna ye
li tilî û pêçî minê ar morî wek şemaye
de sing û berê min evdala xwedê
ji te re mîna kûşk û seray werçî ma ye
de berê kerîyê pezê xwe ser de gêr ke
min ê bi hemdê xwe ji te re destûr da ye
ehmedo lo lo

ehmedo ronî heyran bira dê û bavê min
xêrê bikin
de bira dê û bavê min xêrê bikin waêê qet nebînin
dewezê çewa neda me ehmedê kur û barî
ma di gûnd de min dil tê da
wezê da me gedê kurapê min ê
heramî mêra xudanê heft jina heftê salî
wezê bala xwe dididimê heba ferê dirana tune di devda
ehmedo lo...
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?