Nîzamettîn Ariç - Ez Şah Im Delala Min
wêneyê hunermendî:ê 491 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Ez Şah Im Delala Min

Ez şahim delala min
xalis bê qisûra min
dunya ber dest û ra min.
ceware huzûra min
şîn ke koçk û sera min
wergerîne textê min
(wergerîne textê min
tu xwe bibe bextê min
dayne meclis suhbetê
bi evîn û muhbetê)x2

Ez ê nakim tu ferman
xencî hovad û derman
ez ê hildim tiliya te
bigirim takî gulya te
kuzkî dilê xwe dakim
gazî şems û xweda kim
(ser reqemê binivîsim
def samarê ramûsim
û ji şahê muhbetê
bişînim ser cimaetê)x2
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?