Nîzamettîn Ariç - Kenê Li Ser Bîrê
wêneyê hunermendî:ê 262 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nîzamettîn Ariç - Kenê Li Ser Bîrê

Xweş tê bîra min li ser bîra gundê me
Ji navîna lêvên xwe kenek sivik te da min
Te heland ev dilê min bi kenê xwe yê şîrîn
Way li min lê xezalê ez çûm û nehatim way lê delalê

Salên dûr û dirêj çûn warên pir ji hev dûr
Evîna me nixamtî lê hê bêtir bûye kûr
Heta navê te be lê min di dil de veşartî
Lê çi bikim delalê tu jî çûyî û nehatî way lê xezalê

Çavên te yên reşbelek hê li ber çavên min in
Eva bîst û sê sal in ez wan çavan ji bîr nakim
Evîna min û te lê weke şereba sor
Salek li dû sala din her ku diçe giran dibe way lê delalê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?