Nûarîn - Gerîla
wêneyê hunermendî:ê 178 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nûarîn - Gerîla

Di nav dengê çek û bomban de
Her tim bi govend û dîlan e
Ji bo azadiya gelê xwe
Şev û rojan li ser pîya ne

Gerîla xemla çiya
Gerîla hêviya jiyan
Gerîla eşqa dila
Gerîla..

Mirin bo wan qada jiyanê
Şervanên çiyayên Kurdistanê
Ew sonda Xeyrî û Kemal in
Ser şopa Egîd û Zîlan in

Gerîla taca çiya
Gerîla armanca jiyan
Gerîla sebra dila
Gerîla..

Dilê wan Çiyayê Sîpan e
Çêdikin dîrokê jiyanê
Ji bo aşitî canfeda ne
Piling in ew şêrê çiya ne

Gerîla bazê çiya
Gerîla çanda jiyan
Gerîla hestê dila
Gerîla..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?