Nûarîn - Tolhildan
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nûarîn - Tolhildan

Li ser van axên pîroz
Şîn bûn tovên dîrokê
Bêhna keda dayikan
Bilin dibin ji vê xakê

Stran û helbestên me
Jîna me talan kirin
Bi çîrokên derewîn
Heqîqet qetil kirin

Zarokên Zerdeştê Kal
Rabûn ji bo tolhildanê
Çiya kirin evîngeh
Her der kirin agirgeh

Keç û xortên me yê ciwan
Wek Kemal, Mazlum Doğan
Generalên bi dest kevir
Bûn çalakvanên qadan

Serhildan û berxwedan
Bûye çanda gelê me
Eylem û Müslüm Doğan
Mustafa Malçok, Ceylan
Sonda tolhildana me

Gotin û Muzîk: Gerîla Argeş û Hêvî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?