Onur Evin - Mahacirê
wêneyê hunermendî:ê 32 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Onur Evin - Mahacirê

Werî lê lê, werî lê, werî lê lê mahacirê,
Eman mi go te çavreşê lê lê birîngirê
Lê lê dilber mala bavê te şewitî
Te qîza dîya lê lê dilkafirê
Xwedê dizane bejna dîlbera min dîsa
Gidî yeman ji min ra zirav e
Direka lê lê navçadir e
Ax lê lê, ax lê lê, ax lê lê, lê mahacirê

Werî lê lê, werî lê, werî lê lê, lê mahacirê,
Mahacir heyran mi go wê sibê ez ne li vir im
Lê lê lê lê ne li wê me.
Wele mingo bihara mina gul û sosina rihan û çîçeka lê lê, lê li serê rê me
Min dest berda hal û temalîkê dinyalîka derewîn
Bûm çelenga lê lê siwarê şemç ax de lê, lê mahacirê

Werî lê lê, werî lê, werî lê lê mahacirê,
Mahacir heyran mi go payîza mahacirya şewitî
Li me rabû
Em ê bikin mala bar kin, mal bar nabe
Rebî qurban min dî seferya Ûrisa şewitî
Lo lo li me rabe
Min go mahacira dilê min vê sibengê
Dawiya koça lê lê, tu rê babe
Lê lê mala bavê te şewitî dilê te nizanim
Wele nal û poş û payîz e, here agir berda lê lê, ba lê rabe
Werî lê lê, werî lê lê, lê mahacirê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?