Paşayê Efo - Girîyê Saz
wêneyê hunermendî:ê 59 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Paşayê Efo - Girîyê Saz

Qîzika delal çi rûniştî tu melûl,
Ev sazê xwe te daniye ji xwe dûr,
Tu fikirî bend ji xweş nabe tu melûl,
Bêje dibe dibê huba te bûyî qûl.
Bêje çenê taxme nema dilê te,
Heger zef e pir giran e derdê te,
Ax bira bêje bilûbîne sazê te,
Oy çi bedew wax melûl e dilê te.
Wê saz hilda ax saz da ber singê xwe,
Ser saza şand tiliyê bazike şûşe,
Bû zingîna sîmêd saz destê nazikê,
Ez bê sewda çûm rûniştim kêlekê.
Sîmê saz zar hilda û xeberda,
Go dil ketiye nazikê, tune li rû erdê,
Hêsir barî ji çavê di reşe terî,
Mi go bes e, bedew bes e binalî.
Ew zivirî ax wê berê xwe da min,
Go pey hubê ra nikarim nezarim,
Min dûr here tu min tenê bihêle,
Dilê minê hela zafî binale,
Min dûr here tu min tenê bihêle,
Ax sazê min ê hela zafî binale.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î