Piranî - Kejê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Piranî - Kejê

Kejê tu kej î lê wele bîle tu kej î,
Çokê min şikestin lê, xweşik çû mala xwe jî,
Qesetê mi şikênand lê, xweşik çû mala xwe jî.
Keja li elwandî wek dims û rûnê helandî,
Keja li elwandî lê dims û rûnê helandî,
Çavê dê û bavê lê dilê min jê tewandî,
Gurçik xera kir lê kezeb pê ra kewandî.
Kejê tu kej î lê, wele bîle tu kej î,
Pişta min şikênandin lê te ez kirim ta û derzî,
Destê xwe bi mi de dakevim vî rezî.
Kejê bi kejî ye lê xwediya çarde gulî ye,
Porê zêrê zer lê xwe berda pêş eniyê,
Min û keja xwe li ber kaniyê hevdu diye.
Kejê te çi kir lê qutikê Şamê li xwe kir,
Xemla heft bûka lê te li bejn û bala xwe kir,
Mala cahila lê te ji binî de xera kir.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î