Qadîr Kaban - Cade Çok û Sêber Bû
wêneyê hunermendî:ê 99 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Qadîr Kaban - Cade Çok û Sêber Bû

Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Eroyştim xeyalawî emriwanî

Bo sewzayî dewr û piştim, bo asman
Bo şaxî berz, xanûy taze, dinyay ciwan

Eroyştim be espayî kiş û mat
Laş e sist û dil keylî tase û awat

Le pirr, nazanim çon serim helbirî
Beramberim bejnêk derkewt, wek perî

Le gel ewey le ebawe ala bû
Le dîmenî, şîrînî aşkira bû

Bala berz û biçkole pê û êskerpîn
Gorewî û pûz sift û spî û awrîşmîn

Eroyîm û dizey nîgam car carê
Le jêr ebay reşa eydî nazdarê

Be rewtî kew, lencey tawis û qumrî
Gurc gurc, ciwan ciwan, ehat û cadey ebrî

Ma bûy bigate astim çend hengawê
Dirzê kewte peçe û dîm nîgay çawê

Dest û pence û meçekêk û nîgaye
Çî binûsim? xwaye hêzî înşaye

Qol û meçek saf û spî wek şûşe
Ser pencekan yaqûtêk bûn be wirşe

Bêyne ser çaw: çawêk, bilêm çi çawêk?
Kanyî sîhir, deryay îşew e, gêjdawêk,

Ke wa kewte ber şepolî hestî min,
Lew rojewe her nûqim ebê berew bin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î