Reşîdê Sîyabend - Dilê Wayê
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Reşîdê Sîyabend - Dilê Wayê

Dilê wayê, dilê wayê, dilê wayê, dilê wayê, dilê wayê,
Weyla dayê simbila vana li biqurryane, pozê derdê wane li dinyayê,
A kesekê nizane çi ne wê çi nîn e oy.
A ez ê pirsa bikim kê ye kê nîn e,
Pirsa bikim kalî zemana pîrî bedela xortê geriyaye,
Ez ê vê sibê rastî kalekî zemana va dibînim ho kalî zemana,
Ez ê bextê mirazê te me, bextê te me û
Sêgulê wan e li dinyayê, sê derdê wan e li dinyayê,
Kesekê nizane çi ne, çi nîn e û.
A kala ku xortê delal kêlaka evdalî Xwedê rûnê,
Ez ê her sê gulê dinya te ra şîrove kim,
Derd û kulê xwe ji te ra bêjim,
De vî sedsalî salekî emrê min î kêm e,
Îsal heftsalê min e ketim e pey qazma liva çevbeleka, rinda, min nemayê.
De gul sê gulê wan e li dinyayê,
Yek mirin e, yek xelayîye, yek derdê dila û.
Yanda mirinê ne çermê însên tê pêkirin, ne goştê însên tê xwarinê,
Tenê dinya qencî me ra dijbê dimîne û.
Yanda sala îsal zemanê xerab bila destê hêsîrê xwe bigire,
Bikevine welat welatê xerîbistanê û.
Yanda derdê dil e, dikim nakim çare lê nayê,
Bide vê sibê xwe avêtî merêm evdalê Xwedê,
Wez ê vê sibê biniya mala ra derbas dibûm,
Bire keçikê ser avê va lêdibin,
Minê go keçikê ezî textî mirazê te me,
Tas avekî sar bidime û ezê rêwî me, rênga xwe nemînim, oy oy oy.
Keçikê ji mi ra go kalo, xalo, apo,
Çetînay zimanê kurmancî, zimanê ermenî ji mi ra go dîsa,
Were menal melûlîne, hêsira ser sûretê sor da nebarîne,
Xwedê rehme, jor Kerîme.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î