Rewşan Çeliker - Ax Eman
wêneyê hunermendî:ê 458 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewşan Çeliker - Ax Eman

Çeplî zerê lê berda
Te dilê'm kiriye behra derda
Însaf bike delalê canê
Serê min bibe ser zenda

Ax eman, eman, eman
Tu kulîlka dora çeman
Were were ezî (lawko) qurban

Te şêrînê av-şerbetê
Biçûktiya min da dilê'm ketê
Niza'm çima nikarim ji bîr bikim
Heta roja qiyametê

Çûme nava çavreşan
Çima te tiliya min kişand
Ji bo hubb û eşqa dilan
Zerba dilê min êşand

Te çavreşê birû qeyta î
Tu gulî li ber bîna min î
Xewa şevan li min herimî
Seet û gavê li bîra min î

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?