Rewşan Çeliker - Bêrî
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewşan Çeliker - Bêrî

Bêriya mala xwe dikim
Kenê xwişk û birayên xwe
Bêriya hewşa xwe dikim
Qehwa bi şîr û şekkir e

Ji hingê va xewa min nayê
Min bang kir ji rebbil alemê
Ji heyva sor ezman şînê

Weke kaniyên Tetwanê
Diqerisin pêçîkên min
Sira sibê bayê êvarê

Ez biçûk bajar mezin
Naxwiyê tava payîzê
Bii çiyê xwe ez ê bixesidim
Bi heft dilan bi çi bikemilim

Ez biçûk bajar mezin
Radibe kela dilê min
Her derbek ji yê din mestir dibe
Kêm nabe ne ji te ne ji min

Têm li ber deriyê dadayî
Min kes nedît ji te delalî
Ez ê çi loma ji xwe bikim
Ez dibêm ax, tu dibê xwezî

Ji hingê va xewa min nayê
Min bang kir ji rebbil alemê
Ji heyva sor ezman şînê

Weke kaniyên Tetwanê
Diqerisin pêçîkên min
Sira sibê bayê êvarê

Ez biçûk bajar mezin
Naxwiyê tava payîzê
Ma bi çiyê xwe ez ê bixesidim
Bi heft dilan bi çi bikemilim

Ez biçûk bajar mezin
Radibe kela dilê min
Her derbek ji yê din mestir dibe
Kêm nabe ne ji te ne ji min

Gotin û Muzîk: Rewşan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î