Rewşan Çeliker - Gulîzera Min
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewşan Çeliker - Gulîzera Min

Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî
Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî

Sedaya te tê,
Gendî mîna deng û sedaya gozelkewê
Dengê te bûye teyredeyek e
Bi perwaz e li nava hewayê

Dengê te tê,
Dixulxule mîna aveke kaniya zelal
Hezar hezar kurdên cahil
Li te mane heyr û metal

Gulîzerê,
Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî
Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî

Gulîzerê tu dibêjî
'Her kî ji dilan dil hebandiye'
Ay tu çi zanî te li vir
Dilek li ser xwe nehelandiye

Gulîzerê, tu li wir distreyî,
Tu dibê 'yar gul, yar gul'
Ay tu çi zanî yek li vir
Li ser te nebûye şarûr û bilbil

Gulîzerê dengê te tê ji hêla dûr va bi Kurdî
Kubra delal, sedaya şêrîn ez helandim li vî erdî

Gotin/Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Rewşan Çeliker
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?