Rewşan Çeliker - Lo Berde
wêneyê hunermendî:ê 146 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewşan Çeliker - Lo Berde

Şevek di nîvê şevê da lo, di giraniya xewê da
Destê xwe da destê min lo, di bin roniya hîvê da
De berde de berde, lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo, lawo destê min berde

Min tu ditî li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaran /
Te ez dîtim li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaran
Dest avête gerdenê lo, xişîn ketiye guharan
De berde de berde, lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e lo, lawo destê min berde
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?