Rewşan Çeliker - Xwe Neveşêre
wêneyê hunermendî:ê 45 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rewşan Çeliker - Xwe Neveşêre

Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e
Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e
Tu rû qurmizî, wek sêvê Xelatê
Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e

Roj li min bûne sal bo te şêrîn yarê
Dil dike nale-nal derman bike kubarê
Zerya min çavxezal tû yî bûka tarî
Çavê min bûne newal tu wer bikewîne

Ez ne xerîb im kubar keçekî gundî me
Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me
Çavêm qerimîn ji te bêhêvî me
Birînê min gelek kûr in tu wer bikewîne

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?