Rojda - Hinê Bînin
wêneyê hunermendî:ê 212 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojda - Hinê Bînin

Hinê bînin li teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevî rûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê bûkê kin

Şarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hatî ber derî
Dawet hatî ber malê
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e

Berbû hatin bermalê
Rabe bûka delalê
Ha dîlan dîlan dîlan
Stran dîlan û lîlan
Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî malê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î