Rojîn - Heval
wêneyê hunermendî:ê 87 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rojîn - Heval

Wê çirûskek keve peşî
Mezin bibe bi hêdî
Tê bireve buyî pehtî
Dişewitî ey heval

Cîhê te qet kesek nagire
Ne dê û ne jî bav
Ev hestekî gelek xweş e
Gelek germ e heval

Bibin hevpar bo hemû kulan geşî û kederan
Meşîn xweş e, heya dawî
Bi hev re rêheval
Ew çavên ku ji dil dikenin
Tu car hêstir nebin

Ger rojek bê, rîyên me ji hev qetîya be jî heval!

Belê heval
Ez kî me, ez çi me, ez ji ku têm û ez ê herim ku?
Te ji min re got
Te bi destên min girt, ji tarîyê derxist ronahîyê
Te min hînê meşê kir ji nûh
Ji nûh ve û bi hev re em tim li peşîye dinerin
Durî hev bin jî rojek bê em naqetin
Em çiqas bimeşin di vê rîyê de
Wê rojek bê destên me carek din bi dostahî hev bigirin
Em cuda bin jî em naqetin

Bibin hevpar bo hemû kulan geşî û kederan
Meşîn xweş e, heya dawî Bi hev re rêheval
Ew çavên ku ji dil dikenin
Tu car hêstir nebin

Ger rojek bê, rîyên me ji hev qetîya be jî heval!
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î