Rotînda - Avaşîn
wêneyê hunermendî:ê 300 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Rotînda - Avaşîn

Şev tarî lê tu diçirusî
Wekî heyva çardeşevîn
Pir şîn î pir zelal î
Hevalê me yî tu Avaşîn

Te kî dît kî nedît Avaşîn
Te pir mêrxas û egît nasîn
Ser singa Zagros diherikî
Wekî xwîn î ji axa me re
Ser singa Zagros diherikî
Hevalê me yî tu Avaşîn

Rê bide avaşîn rê bide
Ew heval in weke te zelal in
Ney xezebê li hember wan
Hembêz ke wan pêlê xwe
Ney xezebê li hember wan
Hevalê me yî tu Avaşîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?