Sadun Kobani - Lo Hekîmo
wêneyê hunermendî:ê 126 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sadun Kobani - Lo Hekîmo

Lo Hekîmo wer dermanke birînê min
Xwandevano wer dûrbike nalîna min
Lo Hekîmo wer dermanke birînê min
Xwandevano wer dûrbike nalîna min

Ma ti nizanî hêsrên anê zuha nabin
Ya ti nizanî xwişk û bira hekîmo bê te nabin
Ma ti nizanî hêsrên anê zuha nabin
Ya ti nizanî xwişk û bira delal bê te nabin

Hekîmo… Lo lo lo lo bira
Hekîmo… Lo lo lo lo bira
Hekîmo… Birayê min ay

Zalim mirinê çendî hêca ji me birin
Dil û çava bi şîn û girî bê zar kirin
Zalim mirinê çendî hêca ji me birin
Dil û çava bi şîn û girî bê zar kirin
Hey lo xweda kanî dada li dunyayê
Bi zordarî li ser kesan û kesayê
Hey lo xweda kanî dada li dunyayê
Bi zordarî li ser kesan û kesayê
Hekîmo… Lo lo bira
Hekîmo… Lo lo lo lo bira
Hekîmo… Birayê min wax

Delalê min bîranînê te dibînim
Kesera kûr axîna bi jan dikşînim
Delalê min bîranînê te dibînim
Kesera kûr axîna bi jan dikşînim
Li ser gora te çîçek û gula diçînim
Strana ji kanîya derda dixwînim
Li ser gora te çîçek û gula diçînim
Strana ji kanîya derda dixwînim
Hekîmo… Lo lo lo lo bira bira
Hekîmo… Lo lo lo lo bira
Hekîmo… Birayê min ay

Zalim mirinê
Çendî hêca ji me birin

Helbest & Muzîk: Sadun Kobani
Album: Lo Hekîmo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î