Şahê Bedo - Çavreşa Min
wêneyê hunermendî:ê 128 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şahê Bedo - Çavreşa Min

Li pey te pir geriyam
Min te pirsî li her jiyan
Wek kewa ser baniya
Çavreşa min

Çavreşa min were ba min
Ez nexweş im tu sebeba min

Çavreşa min were ba min
Ez bêhal im tu sebeba min

Tu pir nazik, delal î
Li nava vî dilî de
Birînek bê derman î
Li vî canê de

Çavreşa min were ba min
Ez nexweş im tu sebeba min

Çavreşa min were ba min
Ez bêhal im tu sebeba min

Min navê te bi xwîna xwe
Nivîsande vî dilî
Ne zimanên carekî
Çavreşa min

Çavreşa min were ba min
Ez nexweş im tu sebeba min

Çavreşa min were ba min
Ez bêhal im tu sebeba min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?