Sait Gezici - Dem û Dewrana Berê
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sait Gezici - Dem û Dewrana Berê

Bi sihara sibê ra, difurî bêhna tanura,
Ji kerbê welat ez mirim, xerîbî çika zorâ

Roj şoq dida ser çîya, bêhna kulîlk û gîha
Ji guhê min na derkevê, dengê berxik û mîya

Dem û dewrana berê, nema li me divegerê
Xwezî bi wa rojê go, em siwar dibûn li kerê

Xewa siha, zinara, li ber bêhna pelê dara
Ji devê min na derkevê ta’ma tirh û hinara

Axa bi xer û bereket, dida me hezar na’met
Min çawa hişt û ez hatim welatê weke cennet

Dem û dewrana berê,nema li me divegerê
Xwezî bi wan rojê go,em siwar dibûn li kerê

Bihar bi ser me da dihat, keyf û şahîya me dihat.
Bi sed salê xerîbîyê, nadim rojeke welat

Dem û dewrana berê,nema li me divegerê
Xwezî bi wan rojê go,em siwar dibûn li kerê

Gotin û Muzîk: Tahsin Akgul
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?