Şakiro - Dewran e
wêneyê hunermendî:ê 764 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şakiro - Dewran e

Dewrane...dewrane...dewrane...
Gulê dêrane
Lê lê sebrê sibeye gelo vê sivingê bejna zirav mal derket dimilmilî
Berxê sibe bu min dît serê şûştî porê şilî
Ber bi kanîya binîya mala Ereb Axa berjêr meş meş dikir dimilmilî
Hewar Xwedê tu sêr bike vê sivingê malxirabê minê destê xwe dabu desta,tilî û pêçîyê xwe avêtî ax dêmî gulî
Sebrê dînê minê destê xwe dabu desta pêçîyê xwe avêtî ax nava dêmî gulî
Ramûsanekî li dev û lêvê şekirî cenabê ehmedî û derzê hakimî
lê kerem kim hun ji bo Xwedê şahidin heft salê min temam di dêrêşê gundan da dertlî û belalî bu
Ezê dihatim li ser kêf û taqeta temla xortanî,emrê çarde salî bê gidîno kêf û taqet ax diewilî

Dewrane...dewrane...dewrane...
Gelî gundî û cinarno sibeye bejna zirav sekinî derê malê gelo xwe dabu nîva derî
Go lawiko dîno bi te kim tu wî Rebî dihebînî qasekî kumêtê kapreş sîwar bibe derê mala bavê min derbas bibî lo min bihêrî
Min got keçê kul malê min te nepirsîye tu ezebî yan bi mêrî
Go delalîyo bîhistina min bîhistîye tu şêx û mela digerî
Qedera ku Xweda li jor neke li jêrê bi kaxizê,şêx û mela nabî serî

Dewrane...dewrane...dewrane...
Di go keçê kul malê tu sêr bike lo mino vê demê gidîno lo vê dewranê
Ez nizanim îro ji êvarda te çav û birîyê reş û bellek kîjan xortê xelqêra lo tev kildanê
Zalim dînê te şê û şe biskê bi şê daye demê vê duzanê
Kofîya şeng ji gavê din kî ra Xwedê Rebîyo tu zanekirî lo da girêdanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î