Şakiro - Kekê Xiyasedîn
wêneyê hunermendî:ê 900 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şakiro - Kekê Xiyasedîn

Heyla lê weylê...
Weylê ... weylê ...ê ...
Weylê ... weylê ... hoê ..
Le bira ... şewqa Kela Xenûsê
Lê nexista li Bingolê ji xwe ra çiya bi çiya lo ...
Bira nera yê .... ê bimbareka yê ....ê
Qol Hesarê derê mala Efendî mizgefta li camiya lê yê .... ax û hay
Bi destê Kekê Xiyasedîn digirtin kelemçe dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singuliyan lo....hoê
Berê wî dane enqerê horgofê nava hezar û pênsed mêrê di girtiyan
Lema kelaka dînê islamê ji xwe ra walgeriya lo ...
Xoce Ilyas xocê cimûretê rûniştî li kamilya enqerê li serê wan pêla yê ...
Têl li ser têlê dida welatê serhedê li ba şêx Alî Riza
Digo mala te xira bibe tu yê kilîta lêxe li derê hucran û camiyan û medreseyan yê ...
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn dersê mede van feqiyan
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû qanûna Nigaro û diwalê ecnebiyan
yê .....ê yê ....... ê
Le bira
Tu gula şêxan î bira
Biçûkê biran î bira
Xûliyê di sewqan î bira
Welatê xerîbiyê derdê pûç î bê dermanî bira
Heya dinya xweş ava be keder û mereqa me hemiyan î bira
Welatê xerîb û xerîbistanê tu sêr bike
Çima derdê pûç î bêderman î lo ...
Heyla lê weylê ...
Weylê ... weylê ...
Weylê ... weylê ...
Le bira yê .... şewqa Kela Xenûsê çiya li çiya nexînê ...
Surra enqerê tê bi gumîne bîna bayê xêmûr pê dê , xeberê mi ra tînê lo ...
Bi destê Kekê Xiyasedînê .........digirtin kelemçe dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singû lêlê ....
Berê wî dane enqerê horgofê nava hezar û pênsed mêrê dimefine lo .....
Feleka malê xirab nema keleka dînî islamê wedigerîne ...
Xoce Ilyas , xocê cimûretê rûniştî li enqera birengînê ...
Têl li ser têlê ji Şêx Alî Rıza ra dişîne lo ...
Dibê rabin kilîta li derê hucran û camiyan û medresan bixînin
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû qanûna Nîgaro û dîwalê ecnebiyan yê ...
Hele rabê .... Em ê destê hevdû bigirin xwe berdin ber bajara Diyarbekir
Li ser tirba Şêx Şemsedînê ...
Belkî li ba Xwedê da ricaçî be efûyan wan mefûyan derîne
Fezîle bûka sê mehan çavên wê li rê û tirban nemîne lê ...
Le bira
Tu gula şêxan î bira
Biçûkê biran î bira
Xûliyê di sewqan î bira
Hêsir , dîl e destê misto kemal qanûna tersê giran î bira
Welatê xerîbê derdekî pûç î bê derman î
lolo bira
Hele bala xwe bidê heya dînya xweş ava be keder û keser û meraqa me hemûyan î lo ........
Lê hoyoyoyoyo .....
Şîrove
logo
Juan 09-08-2020 09:10:48
Spas bo vê nivîsê mamoste<br>Li gorî zanyarên min ev Dengbêjî li ser Kekê Xiyasedîn hatiye gorin. Gelo ew kiye ?

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î