Salihê Qûbînê - Emê Gozê (Sîsilê)
wêneyê hunermendî:ê 316 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Salihê Qûbînê - Emê Gozê (Sîsilê)

Bişarê Çeto gazî dike
Dibê: Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihê Emer
Lawo malê ticaran bidin werin rayê
Eger hûn neyên rayê,
Ezê îro Qesra Baxemsê bidim bayê
Aliyekî bikim sekla tewla canikê hespa ye,
Aliyekî ezê bikim kadîna kayê
Ezê berê çilûx û çicûxê we bidime Bexdayê

Emê Gozê, bi sê denga bang lê dike
Dibê: Bişaro bi serê bavê te kim
Heçî hûn Mala Faro ne, malekî malmezin in, parsûhişk in
Xeber bi serê we de naçin
Ezê îro malê ticaran bidim, werim rayê
Hetanî sax bim li heyata dinyayê
Lê serê min li ber êl û eşîrên giran hilnayê

Piyê minê li qeydê ye mifta qeydê li jor e li ba Hesenê Ozman e
Min sozek bi mala Hesenê Ozman re daye
Îro di Kozika Kolanê de kuştina me heye carekî nayême rayê

Gozê bang li kurê xwe dike
De lêxe Emê Gozê de lêxe enîgiçiyo pozberano de lêxe
Le bavê min o şer giran e îro hûnê bi hev re lêxin
Le navê nam û namûsê lawo bi dinê xin
Navê revê pîs e giran e
Li pey malbata mala bavê min û xwe nêxin

Dibê: De lêxe Emê Gozê de lêxe
Mihê Emer Hesenê Şêxo, Mihê Emer
çend peyayê kozikê bavê min bûno
şer giran e bi hev re lêxin
Îro qûndaxa sûstemê li erdê xin
Nam û navê namûsê bi dinê xin
Navê revê pîs e giran e
Li pey malbata mala bavê min û xwe nêxin

Sîsilê bi sê denga li palê qesrê dike gazî
Dibê: Dora qesra kekê min bi gilgil e
Dora avayê kekê min bi gilgil e
Dengê top û tivingê hikûmatê, bêşatêşê Mala Faro
Ji siba Xwedê ve li ser qesra kekê min rebenê bi xura-sxur e
Dibê: Qesra kekê min di kortê de
Avayê kekê min di kortê de
Tim û baran û payîzan çiqas xweş e ji herbê re
Îro çiqas Bişarê Çeto ji mala xwe rabe
Qol û benda li kekê min girêde

Dibê: Bi hela hela nav tê danê
Berê sûstema dane Kozikê Kolanê
Destê xwe avêtine ser mîratê tetika bi hev re tilî danê
Heyfa min nayê li wê heyfê
Cenazê Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihê Emer
Maye li Hedîsê Zêwikê li Kozikê Kolanê

Seyrê Dibê: Mihemedo lo bira
Havîn e ji kula dilê min bira ji te re xweş havîn e
Le xelkê der û bênderên xwe hilanîne
Li kozik û muderisê Mala Remo necadîne
Le Mala Remo maleke ber û mêrî ne
Tu mêrê me Mala Remo li ser hev du tunî ne
Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêşinî ne

Mihemedo dibê: Lê lê Seyrê diya min bûyê
Xwiha minê ez zanim havîn e ji kula min û te re xweş havîn e
Le xelkê der û bênderê xwe hilanîne
Ez zanim Mala Remo maleke ber û mêrî ne
Le tu mêrê me Mala Remo li ser hev du tunî ne
Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêşinî ne
De bala xwe bide Bişarê Çeto
Bi zabitan û qumandanan re li palê qesrê rûniştîne
Le çawa tan li ser tanê îro li kekê te dixîne
Li ser Kozika Kolanê li ser Emê Gozê de dayê hicûmçî ne
Le ji îro pê ve golikê gundan jî kekê te nahewinê,
xwehê rebenê hahîhîîîî

De heyla lê dayê, hey la lê dayê, hey la lê dayê
Lê dayê lê dayê lê dayê lê dayê
Sîsilê bi sê denga li palê qesrê dikir gazî
Dibê: Emîne de lê lê lê dayê
Bi qîr û qetrana Helebê, bi zaca Misêrbînê, bi teniya Besrayê
Şareka reşa Hamûdê li dora serê xwe û te pêçaye
Tu bala xwe bide bi Qaymeqamê Zoqê ve
Bi Qeymeqamê Kopê ve
Bi Qaymeqamê Elmedîna ve
Le Bişarê Çeto bi heft bavê Pencînaran ve
Bi çend kesê Çerkez û Bêzarê Deşta Mûşê ve
Bi Şêx Silê Şêxê Geliyê Zîlan ve
Bi Rema jorî ve bi Rema jêrîn ve
Bi Simê Ozman pismamê xayîn ve
ji siba Xwedê ve bi ser qesra kekê min rebenê lawo
ji xwe re hicûmçî ne

Le Gozê bi sê denga dikir gazî: Emo lo lawo de lêxe
Bila tirsa te tunebe ji eskerê dewletê kurê xelkê ye
Gava terqîn bikeve tivingê,
Xwîn bikeve erdê bira li bira nabe xweyi ye
Le bila tirsa we tunebe ji eskerê Eliyê Ûnis kewê çiyê ye
Le weka kewê ji xwe re bikeve deştê ye
Le bila tirsa we tunebe ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê
Tê lihêf û dewşeka nazbalgîva talana ji xwe re dibe direvîne
Le bila tirsa we tunebe ji her sê zarê Çeto ye,
Yek jê Cemîl e, yek jê Bişar e, yek jê Gênco ye
Bila tirsa we tunebe ji Mihemedê Derwêş bavê şemsedîn,
Kekê Meysê ye,
Hefad û xweşmêr e kuştiyê di ber xelkê de

Emê Gozê bi sê denga dikir gazî:
Gozê lê dayê
Le tirsa min tunene ji eskerê dewletê kurê xelkê ye
Le tirsa min tunene ji eskerê Eliyê Ûnis kewê çiyê ye
Le tirsa min tune ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê,
Tê terş û talana ji xwe re direvîne,
Le tirsa min tunene ji eskerê Bişarê Çeto babê Şebo
Le tirsa min heye ji wê tirsê Simê Ozman malikşewitî,
Pismamê xayîn e îro bi kozik û deverê me dizane

Elê hey la lê dayê
Bi hela hela nav tê danê, berê xulama dişeyine Hedîsê Zêwikê
Li ser Kozika Kolanê, berê sûstema danê kozika kolanê
Davên bi hev re tilî danê
Le heyfa min tê li wê heyfê,
Cinazê Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihê Emer
Îro mane li Hedîsê Zêwikê dayê ji xwe re li Kozikê Kolanê
Hahîhîîî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?