Salihê Qûbînê - Şerê Hethetkê
wêneyê hunermendî:ê 176 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Salihê Qûbînê - Şerê Hethetkê

Ez Mistê Quto me
Ferxê Mala Ezo me
Min tu car navê xwe ji kesî re negotibû
Ez vê tanê li ser kolosê bavê xwe nahêlim
Ez vê tirê di nav şalê Mala Nasir de nahêlim
Wîla wayê Mala Quto û Mala Nasir
Di kevanê Qîrê de
Li ser Kaniya Badereşê
Li milê Tapiyê li hev û din aliyane
Wekî şîşê mencenîqê
Wek kurê hedada li ser serê hev dadane

Mihemed Elî gazî dike:
Heso rabe lez ke bilezîne
Sê toqê devreşê bide Rizgo ji min re bişîne
Îro me cewabên hev daye
Tê daim bela me û xelkê teklî hev bikî
Tê bêjî were li mala xwe rûnê
Axawo wîla wayê
Siûda min çûye îro îqbala min nayê
Min êrîşa ewilî derbek daye li Silêman û Bazo
Laşê wana maye li Kevanê Qîre
Li ber tîrêja tavê
Ez çi bikim îro fîşek di sustemê de maye asê
Ez dikim nakim bi şîşa tifingê
Bi serê kûriya xencerê jê dernayê
Hawara wan zehf e
Hawara me file û êzidî ne
Tu qayîl bî ne qayîl bî
Îro wê Mala Quto
Koka mala Nasir biqelînin ji dinyayê
Qey tu nizanî roja ko roj reş bibe
Rev bi kêrî her çar peyayê Mala Nasir nayê

Wîla wayê, wîla wayê
Sê şad û şirûdê
Hecî Mihemedê Mistê bavê Sebrî hene li dinyayê
Bi sê denga li Axê Xisarka û Pîloka dikir gazî:
Bavêminbûno lê xin
Êvar e roj nemaye
Termê Silêman û Bazo
Li milê Tapiyê li ber tîrêja tavê maye
Îro heyfa van xweşmêran li erdê maye
Reşo gazî dikir:
Hecî Mihemedo navê Xwede bide
Êvar e hê ro zû ye
Min derbekî daye Hemîd zava ye
Derba didoya daye
Li bejn û bala Xalîd kevnika li ser desta ye
Min derba sisiyan daye
Bejn û bala Rizgo cilê resmî lê ne
Hikumeta Elmedîna îro li erdê maye
Min derba çaran daye
Bejn û bala Mihemed Elî
Bavê Xezebê kewê sekekirî
Roja ko biqewime mêrekî bi sedan e
Min derba pêncan avêtiye
Hesoyê Birahîm ez nizanim
Ne sax e ne birîndar e
Mirîdê şêxê Zîla ye
Bi lingê hespê boz reviyaye
Min Heso nekuşt
Min ji bona derd û kulê dinyayê berdaye.
Wîla wayê wîla wayê...

Eyşê dibê:
Mihemedo lawo
Mihemedê min keya ye
Elî zava ye
Reysê gulçîçekê civata ye
Fata reben qebika li ser sêwiya ye

Eyşê dibê:
Mihemedê min keya ye
Elî zava ye
Sibehê min dît Mihemedê min sekinî
Li ser banê xêniyan
şalwalê Mihemedê min giran e
Xwe berdaye li ser gozeka paniya piya
Kula Xwedê bikeve
Derê bavê Hesoyê Birahîm
Hûtê Bişêriya şeva nîvê şevê
Kete devê derê mala bavê min
Weke kupê jehrê
Di devê deriyê mala bavê min de rijiya

Eyşê dibê Mihemedo lawo
Anî sed caran bi min anî
Hesoyê Birahîm li Zercilê li Bahezirqê
şewir û mişawira giran danî
Qralê filehan qawalê êzdiyan bi xwe re anî
Girte ser Hethetka mala bavê min rebenê
Ji xwe re bi koşk û xanî

Eyşê dibê, Mihemedo lawo
Hethetka mala bavê min rebenê bişewite
Bi xox û tirî
Giran e eskerê Hesoyê Birahîm
Bi tevî qralê fila ve qawalê êzdiya
Avête ser Hethetka mala bavê min rebenê
Bi sê ciha ji xwe re diwirin
Eyşê dibê, Mihemedo lawo
Ez ê derêm li ser banê xaniya
Ji xema dilê xwe û te re
Ez ê gazî bikim hawar e
Hecî Mihemedê Mistê
Bi pismamê xwe re xwar e
Koma Reşkotan hevalê xwîna sar e
Hesoyê Birahîm ji bab û kalê xwe ve neyar e
Hesoyê Birahîm ji mala bavê min
Qeland tovê xweşmêra ji mala roviya

Eyşê dibê, Mihemedo lawo
Anî bi min anî
Min dî Hesoyê Birahîm
Xencer li ser singê Mihemedê min de bir û anî
Tivinga qesetûre li ser laşê Mihemedê min hilanî

Eyşê dibê, Mihemedo lawo
Hethetka bavê Mihemed û Elî û Reysê
Ez diketim şev çile bû berfê lê kir erd spî kir
Ez ji taxa xwarî
Ji ser termê Têloyê birayê xwe dageriyam
Hatim taxa jorî
Ez li termê Mihemed û Elî rast hatim
Kezep şêrîn e
Têlo birawo gazina neke
Min şîn û qedera te ji bîr kir
Dayê dayê qey îslamî ye lawo?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?