Seîd Yûsiv - Ji Van Gewran
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Ji Van Gewran
Ji van gewra hez dikimEsmerekê ez kuştime
Bûm êsîrê evînê
Tu kes nabêjê çima
Ji kê re bêjim vî derdî
Dil girtîye na berdî
Kê nasdikim li vî erdî
Bo xatirê wê hatime
Dil diêşê ji evîndarî
Kes li vir nayê arî
Ji ser rakê vî barî
Dilê min pê diwerime
Ez mame heya niha
Kes bi min ve negiha
Awirê esmera ha
Wek derbê şûr û rime
Bera te dil bisota
Her ez dîn im ji bo te
Carekê te bigota
Lawiko ez ya te me .
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove