Seîd Yûsiv - Xanim
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Xanim
Xanim xanimê wey xanimJi vî navî pêve nizanim
Va ezê bêm te bixwazim
îşev li mala we mêvan im
Em cîran in tu li hemberî
Dilê min bûye du kerî
Min tu dîbû roja berî
Hêjî bê hiş û sewdan im
Lê ew bavê te, te nadê
Dilê min ji dev te bernadê
Lê emê bighin miradê
Ez bi xwe ê rojê giran im
Tu ji min dûrî dimînim dîn
Dil bi carek dibê btîn
Wek gula av jê bê birrîn
Ez bi derdê bê derman im
Bera ji min nebin nextê
Min ne êşînin bê bextê
Lêv şekirê sing paytextê
Li ber te ez bê ziman im
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove