Seîd Yûsiv - Xerîb Im Ez
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Xerîb Im Ez
Xerîb im ez kesî nas nakimBê heval im bê dost û birak im
Kesek tune ez li cem rûnim
Kes nîne vî dilî pê şakim
Xerîb im ez li vî welatî
Ev çi sal bû bi ser mi de hatî
Di barkim ez pirr bi şewatî
Dengê min naçê dengê kes nakim
Welat nego çima çûyî
Kurê te me dayika mi tu yî
Ji te dûr bûm tu bêtir şêrîn bûyî
Ta ez heme ti car te ji bîr nakim
Welatê min tu biha û giran î
Welatê min tu bûka cîhan î
Felekê min bi vir de anî
Ez yê ku xwe ji te dûr nakim
Dixwazim tu herdem ava bî
Tu dayîka xwenda û zana bî
Azad im te serî hilda bî
Ji xebatê re ez xwe kêm nakim
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove