Şemoyê Hesen - Elîyo
wêneyê hunermendî:ê 17 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şemoyê Hesen - Elîyo

Eliyo ho, Eliyo, Eliyê mi mêra mêrekî deloydîn e,
Ez wî mêrî divînim rojê di qaymeqaymê giranî şîn gîte galê ser fena nav mila
dihejînim,
Ez wî mêrî divînim rojê di qaymeqaymê girarî şîngîtegalê ser fena nav mila
dihejînim,
Eliyo lawo ne mi go were meçe pêşiya lawê Pîr Mûsê,
Lawê Pîr Mûsê mêrekî zor î bi zorbe ye,
Ser pira Batmanê devê şûrê xwe heftê pênc zêra ji hev qetaye,
De wê şûrekê tepa te xe heta bigre binê peniya te ye,
Gava devê şûrê wî te venebe,
Erê Xwedê wê de biqure, biqedîne, cûcika dilê Eliyê mi, loEliyo.
Eliyo ho ho, Eliyo lo lawo, dilêm halê me alima,
Hey lo lawo dilêm halê me alima,
Bira xêrê nevîne lawê Pîr Mûsê şûrekê Eliyê Pûrto xistiye nizanim çima,
De wê şûrekê Eliyê Pûrto xistiye nizanim çima,
Lawê Pîr Mûsê digo, wez ocaxa şexê reş kim,
Tu cara devê şûrê mi Eliyê Pûrto nedibû,
Gelo çima neda, xercê xwe da erganê van cendirma.
Eliyo ho ho, Eliyo lo lawo, konê Eliyê bira pir mezin e,
Hey lo lawo, konê Eliyê bira pir mezin e,
Êvar da komê elganu xwêdan jê kişîyane birîne,
De wê êvar da komê elgana xwedanê cendirma kişiyane birîne,
Eliyo lawo ne mi go, were meçe pêşiya lawê Pîr Mûsê,
Lawê Pîr Mûsê berê da mala me dijmin e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î