Serhado - Derewe
wêneyê hunermendî:ê 136 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Derewe

Çi dikin em deng nakin
Em namirin ji şerma
Bêdengin, ditirsin
Cihê qûna me jî germ e
Em fêm nakin, me girêdidin
Êrîş dibin ser me
Em nafikirin
Dimeşin li ser riya dane ber me
Zikreşî, nexweşî
Belav kirin di nava me de
Herkes ji xwe re
Herkes rûniştiye di mala xwe de
Tev di bin çavan de
Kontrola bi riya telefonan
Ew heywan e..
Ew mirovê ku ava kir korona
Serdestê serê me ne
Ew şirket û bankên pera
Axayê gundan, şêx û mela
Tev ser serê me ne
Wezîrên dewletan
Celadên zarokên me ne
Berpirsiyarên êşa birînên
Dayikên me ne
Xema me ye, em hene..
Lê ka em çi dikin?
Em rewşa xwe qebûl bikin?
Yan em rûnin dua bikin?
Em ji wan re bihêlin?
Ji derewên wan bawer bikin?
Em li hêviya Xwedê bihêlin?
Yan em rabin çareser bikin?

Difikirî hê bikirî tê pêşkevî - Derew e
Tu zengîntir bibî tê bextewar bibî - Derewe
Tu lawaz î, ne bedew î. Tu têrî nakî - Derewe
Tu tenê laş î - Derew e
Wek xwe ne baş î - Derew e

Me gezek li sêva wan da
Li sêva neqeşartî
Em tim li ber çava ne
Hertiştî wan jî ma veşartî
Kê got çapêminî
Diweşênin bêalî?
Tev me dixapînin
Bi ragihandina yekalî
Zara davêjê ser masê
Bi destê xwe yê lewitî
Tu jî keverikî
Ser nerdêtextê wan
Jiyan bêqîmet e
Bi qumara bêwijdanî
Ji bo pergala wan nekevê
Tu jî rola xwe dilîzî
Pey dikevî li jor û jêran
Lê çi diberiqê ne zêr e
Dinya ne mayê ji kesî re
Vê bimîne ji kê re?
Ji xwe re ker e
Ji me re zana û bi hêz e
Aqil bide xwe, te xêr e?
Hacî ne li şer be şêr e
Şer e,şer e
Ka kê qezenc kir ji me re bêje
Me berdin hev
De çekên xwe bifiroşin vêca
Şoreşek heye
Tu jî rabe jê nemênîne
Dengekî te heye
Ê naxwe bikar bîne

Çi nizanibî nizanî
Çi bifikirî bawer dikî
Mejî jî tije kirî..
Derew e tu fêm nakî

Dinya li ser pişta me ye
Pera di berîka zengînan de
Karker e, deyndar e
Dernakevê ji bin teqsîtan
Pergala xwe
Ser me ferz dikin li dibistanan
Jiyana me erzana
Dikirin difiroşin li bazaran
Herkes xwe li erdê dixê
Ji bo çend likes û şopvanan
Xwe fehşo mehşo dikin
Li ser snapchat û înstagrama
Aqil ne asîl kîlo ye
Ne asîl qam e
Dibêjin fenomenê
Ne hêjaye pênc girama
Wext û keda bidin hunerê
Didin reklaman
Gotinên wan erzanin
Lê cilên wan buha ne
Zarok temaşe dikin
Dibêjin qey rastî weke wan e
Sofra gura ye
Kê şîvan e, kê beran e?
Me nexweş kirin
Gêj kirin bi heban û dermanan
Vaksîna wê xweza ye
Lê gîha îllegal e
Buha buha difiroşin me
Tiştên ji me dizî ne
Lê negere li piyasan
Dilê te xezîn e.

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: K.O.B.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?