Serhado - Gulên Gulistanê
wêneyê hunermendî:ê 221 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Gulên Gulistanê

Em keç in
Keçê kurdan in
Kulîlkê serê lawan in
Bi hev re dirabin serhildanê
Weke gulên gulistanê

Xuşkê delalê, tu kulîka malê
Rabe ji sikakê û dengê xwe rake
Bi dengê te ye zelal dinyayê şiyar ke
Çi ji te re bêjin nexe dilê xwe xem nake
Nehêle tu kes pêl te bikin, serê xwe rake
Nehêle zulma me ser serê te dewam ke
Ne hezkirin e ko yek bibîne çi danê
Iqrîdar e, ko ne bi xebera bi lêdanê
Xuşkam azad be, xwe sist ke ji girêdanê
Serbest rabe weka gulên gulistanê
Canê canê nameşe bi vê jiyanê
Keçên Kurdistanê bi hev ra rabin serhildanê

Em keç in
Keçê kurdan in
Kulîlkê serê lawan in
Bi hev re dirabin serhildanê
Weke gulên gulistanê

Ez fêm nakim, hûn çawa fêm nakin
Ez çawa bidim fêmkirin, em çawa dinyê şiyar kin
Nabînin ya naxwazin bibînin, jin bindest in
Ji bo kontrol e ji destên wa da derkeve ditirsin
Ka ji dil ji min re bêje, em ê çi winda kin
Ko dayika te û xwişka te serên xwe bilind kin
Eyb e bê em bi çi cavan li wan dinerin
Keçên bava ne, xwişken bira ne, belkî jî bi mer in
Dixwaze çawa ye te bibînim, yç min jî eynî binerin
Hez we dikin tenê weka min newêrin bêjin
Nesekinin, heqê xwe bistênin, bes bitirsin
Zanibin hene birayên we ye destê we digirin.

Em keç in
Keçê kurdan in
Kulîlkê serê lawan in
Bi hev re dirabin serhildanê
Weke gulên gulistanê

Bi rastî fihêt dikim ji va hereketên zilama
Ji dêla fikir û hest, nefs dibake wana
Ne çavê xelkê de ye, şeref û namûs dil de ye
Ez ne melek im lê na, ez ne weka we me
Û ne nermîn im, ji bo min eşqa xwe şanî da ye
Xwiskam çi bibe, ji bo te ez li va me
Tu zanî ez naxwazim ko ez dilê te bihêlim
Ji wulo qusira min çi be efûkirinê digerim
Divê em çavên xwe vekin û pel tu kesî nekin
Divê em fêm bikin û bilind bikin qîmeta jin
Divê keçên me serbest, zana û serbixwe bin
Bi serhildana gulên gulistanê bi hev re dirabin.

Em keç in
Keçê kurdan in
Kulîlkê serê lawan in
Bi hev re dirabin serhildanê
Weke gulên gulistanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?