Şêrîn Perwer - Jin Jîn û Jîndarî
wêneyê hunermendî:ê 141 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrîn Perwer - Jin Jîn û Jîndarî

Jinê rabe ser xwe, tu destan vemal
Tu rextan girê de li bejna delal
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Veşartî tu hiştin mirovên nezan
Belê bejn û bala te xwarin dizan
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Serê xwe ji xew rake, ey şêremê
Bibîne, çilo jin dijîn vê demê
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Wekî min tu xoş dawer û bîrewer
Dixwazim bi hev re herin ceng û şer
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Tu hozan û rêzan be, ey heval can
Bi te xweş dibin ev hebûn û cîhan
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Xebata ji milet re karê te ye
Bizane, ko ew jî şiyarê te ye
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Tu şal û qedîfe li bejna xwe ke
Roja serxwebûnê bi cejna xwe ke
Li gel min were, da bikin em xebat
Li ser min, li ser te felata welat

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Şêrîn Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î