Şero Betê - Rojekê
Gotinên Stranan
Şero Betê - Rojekê
Rojekê em ê bigehin hev,wê ceng rawestê
Rojekê em ê bigehin hev,
wê mirin rawestê
Wê kenê zarokê me
li rûyê wan vegerê
Nema çavê dayikên me
li riya li me digerê
Nema esmanê me
bi bombeya reş dibê
Wê bi çûkan bixemile,
bi kevokan geş bibe
Rojekê em ê bigehin hev,
li welatê xwe yê bexçe
Li cihê êş/ar û şewata,
wê vebin gul û xunçe.
Şîrove
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?
Gotinên din ên Stranbêjê/î