Sêrob Xacikyan - Zozan
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sêrob Xacikyan - Zozan

Ha wî Zozan, ha wî Zozan, ha wî Zozan, Zozan wî Zozan, wî Zozan, wî Zozan,
De here wî Zozan, hî cînar, wî zarê ye, wî Zozan, wî cînar,
Lê lê Zozan, de malê haleke ji xwe û Zozana xwe ra lêkin, badilhewa ye,
A Zozan, wî Zozan, wî cînar.
Min lava lê kira tavane ji barana nîsanê yeka de baranê lêkira badilhewa,
Ay Zozan, wî Zozan, wî cînar.
Bila Zozan mi ra kerem kire ramûsanê hinarê rûkê rastê,
Êra bila meha çila begneqam be, li erdê be, sedemî xatirê ramûsanê Zozan,
Bila Zozan mi bixwesta baqê firîkê noka,
Yekê nîska, seleta xiyara, hêkê kewa,
Ay Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî Zozan, de here wî Zozan, wî cînar, wî
Zozan wî sebrê ax.
De here ha wî Zozan, ha wî Zozan, ha wî Zozan, Zozan wî Zozan, wî Zozan,
Lê lê Zozan de malê kiras sor gundê me lê gelek in,
Ay Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî cînar.
Bila temama bicivînin odeka li mala lê bavê mi kin,
Ay Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî sebrê.
Ez ê bikevime navê kiras sora xwe hilînim,
Ê dinê heval û hogira dora xwe lê pareve kim,
Ax Zozan, wî Zozan, wî Zozan, Zozan wî Zozan, wî sebrê,
Ax Zozan, wî Zozan, wî cînar.
Erê hawir Zozan, hawir Zozan, hawir Zozan, Zozan wî Zozan, wî cînar.
Dilê dinya alemê dikeve zîv û zêr û zege, mal û temenê dinyayê da cot û cobar,
Ema divê Xwedê zanibe dilê mi ketiye bejna Zozanam,
Çavê reş û belek, seba baqê lê reşkeziya,
Ax Zozan, wî Zozan, wî Zozan, wî Zozan, de here wî Zozan, wî cînar, wî cî-
nar, wî sebrê ax.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î