Şeroyê Biro - Desmala Min
wêneyê hunermendî:ê 181 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Desmala Min

Desmala min şalkî reş e,
Kawa kubar tê dimeşe,
Desmala min şolkî reş e,
Kewam gozel tê dimeşe.
Kulbirîn im çavê reş e, ezîzêm
Ka desmalê em herine malê,
Xewna şeve çavê reş e, ezîzêm
Ka desmalê em herine malê.
Desmala min ne şahmat e,
Ne min parva nîşan da te.
Ezîz were mi birevîne bi şîrînêm,
Ez ê bivim kevaniya te,
Şîrîn were mi birevîne, bi ezîzêm,
Ez ê bivim bermaliya te.
Desmala min şalkê şîn e,
Lawik were mi birevîne,
Desmala min şalkê şîn e,
Ezîz were mi birevîne.
Tu desmalê ji mi ra bîne, bi ezîzêm,
Felek canê tu bivîne.
Tu desmalê ji mi ra bîne, bi ezîzêm,
Felek canê min bibîne.
Desmala min ne gevez e,
Bejn û bala mi etlez e,
Lawik were mi birevîne, bi ezîzêm,
Tu desmalê ji mi nexwaze.
Ezîz were mi birevîne, bi şîrînêm,
Tu desmalê ji min nexwaze.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?