Şeroyê Biro - Gundê Mistekalo
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Gundê Mistekalo

De lê lê lê lê Gulê go Almastê porkurê, Xweda daye li ser der da,
Gulîbirê, kumika dilê mi ra vê sibê kure apê anî ser derdayê,
De bira Xwedê xira bike mala neyara,
Çewa ser apê minê siyarê Kûvî korê nemayê bera nedane tîşa sêzde cerda.
De lê lê Gulê porkurê, dozde tîşa sêzde cerda,
Heyfa mi lê nayê kuştina mêrê mêrxas Ahmedê bira ax,
De bira xêra mala Xwedê carê car mizgîniya xêrê me ra bata,
Bigota Emerê bira xêr û şayê cara îcar ji kela Bazîdê hate berdan,
De wêlî, de wêlî û Ahmed bira wêlî, Elî bira wêlî,
Xêra mala Xwedê ra de cara îcar,
Heyla korê nemayê, dengê tivinga te dernakeve binatara gêlî.
De lê lê lê lê lê lê lê lê Gulê go Almastê porkurê, dilê mi şewitî,
Xwedê xira bike gundê Misto Kalo Sîneka xopan gul û sosin tev bi seridîn,
Divê sibê tev bi seridîn, heyfa minê mi nayê li kuştina apê Bedir siyarê Kuvî
bavê Farê,
Heyfa min tê li wê heyfê, de çawa tilî pêçiyê wan mêrxasa, korê nemayê, ser
tetika mawîzerê dicemidî,
De wêlî, de wêlî mêrxaso wêlî,
Almastê porkurê rabe temaşe ke, heyfa minê nayê kuştina mêra û mêrxwesa,
heyfa minê tê vê heyfê, çava malda mane cote bûkên rûbixêlî.
De lê lê lê lê lê lê lê, Gulê go Almastê porkurê, rabe temaşe ke,
Kula dilê mi ra dora hîvê girt sîwan e,
Bira ew roj ne rojek Xwedê be, roja Ahmedê bira korê nemayê, gundê we bû,
Na wele, kula dilê mi ra vê sibê bû mêvan, de mala Elo bû mêvanek,
Heyla korê nemayê, divê gulekê berî bedena wan mêrê mêrxas dane,
Heyla mala bavê lê xirabûyê, çawa me qelandine koma mêrxasê van taciyan e,
De wêlî, de wêlî Ahmed bira wêlî, Eliyê bira wêlî,
Heyfa mi lê nayê kuştina mêran û mêrxasa,
Heyfa mi tê li wê heyfê, heyla korê nemayê,
Çawa mal da mane cote bûkê serbixêlî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?