Şeroyê Biro - Rizgano
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Rizgano

De lo loy lo, de lo loy lo, de lo loy lo, de lo loy lo, lo loy lo,
Rizgan ez bi qurban, nizam bextê mi bû yan ê talihê te bû li me barî berfa dem e,
Heyrano rûkê erdê kiriye weke çem e,
Were mi porkura Xwedê merevîne mebe Şikefta Kulî,
Şikefta Kulî şikefteke jê bêwa ye, wa Cîhangê kurapê mi nêçîrvan e,
Sibê zû radibe tayê kîroşkê digerîne,
A Rizgano wez bi qurban,
Tu were îzê bîne ser me mi bikuje bira te jî bi ser da,
De lo lo lo lo, delalo lo lo lo Rizgano qurban.
Delalo lo lo lo lo lo lo lo lo lo,
Rizgan go Nûrê, wa Nûrê mala bavê teyê xera be,
Were qasengê çoka xwe bide erdê,
Wezê serê xwe bidime ser çokê bikeve vê xewê,
Nûrê çoka xwe da erdê ye,
Rizgan serê xwe daye ser çokê kete xewê û xewê ye,
Ji xewa şîrîn bazda go Nûrê lê mala bavê lê xirabûyê,
De rabe wê xewneke dîtiye wez ê xewna xwe bêjim tu xewna mi şîrove ke,
Nûrê go Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke,
Were vê sibê xewna xwe bêje wez porkura Xwedê xewna te şîrove kim.
De go minê dîtiye darekî derê mala bavê te şîn bûye,
Vê darê du çiqil, her çiqilke sêveke, her sêveke keweke gozel wa li ser e,
Minê bala xwe dayê teyrekê qereqûşî jor da lê dixe serê her du kewê gozel
firandiye.
Nûrê go Rizgan, ez bi qurban, Xwedê xewna te bi xêr ke,
Dara derê mala bavê mi ji bejna min e,
Her du çiqlê pêra bextê mirazê min û te ne,
Her du sêvê li ser, memikê min in,
Her du kewê gozel ese rihê min û te ne,
Teyrê qereqûşî Cîhankê kurapê nêçîrvan e,
Sibê zû radibe tayê kîroşkê digerîne,
Tu were îzê bîne ser me mi bikuje bira te jî bi ser da.
Delalo lo lo, lo lo lo lo lo la lo lo la lo lo lo,
Sibe bû kumrala sibe ye,
Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye, dinêre wa Ciyo jêla tê ye,
Nûrê diçe pêşiyê divê ha Ciyo,
Ciyo bextê te da me were Rizgo nekuje, xortekî heyf e takî bi tenê ye,
Were mi porkura Xwedê bikuje, poz û goyê mi jêke,
Têxe cêva xwe da de sivê nava êşîrê da derxe, te ra nabim her namûs e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?