Şeroyê Biro - Şevavê
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Şevavê

Şevavê hêê, şevavê hêê, şevavê hêê, şevavê,
Zozana Xwedê Nado gule, gula bîne ax,
Minê bala xwe didayê Romîyê Qurdo ha sê eskera jêr va tîne,
Ezê dikim têlî Şevava dilê xwe birevînim bûy Xwedê,
De belkî ji mi nestîne birîndar im, wê birîndar im,
Birîndar im, wê birîndar ê te wê bejnê me gewrê ax.
Şevavê hêê, Şevavê, ezê teyr im teyrê van bilinda,
Ketime bereka Sînekê,
Gundî cînarno, bextê we da me, wer nêzegunda,
De xêra we mala Xwedê ra, tu bûka we mala bavê mi bibûyayî kawê ax,
Heyfa minê wê tê wê heyfê de çewa, bejna zirav, eniya gewer, dêmê gulî,
Ketiye wê gezê şindok derdê mêra, bûmê gunda,
De megrî wî melorîne, van hêsira ser sûretê sor gerdena zer da nebarîne,
Keçikê dînê de tu rabe Zozan xanim, jor kerîme.
Şevavê hêê, şevavê hêê, şevavê,
De wezê çûme Entabê dikanek dikanî wan lewenda,
De wezê têlî Şevava dilê xwe ra bazar bikim gundîno, qotika li qoza ax,
De na wele jê ra bînim qorpaxê zenda,
Birîndar im, hê birîndar im, birîndar im hê, birîndar im hê, de vê bejnê me gewrê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?